Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hin Firîngehên li Herêma Erdhêjê li Firînên Sîvîl Hatin Girtin


Firîngeha Edenê piştî erdhejên navend li Mereşê li firokan hat girtin.

Îro Duşemê yek serê sibê bi hêza 7,7 yek jî danê nîvro bi hêza 7,6 du erdhejên mezin çêbûn ku navendên wan Mereş bûn.

Piştî erdhejan, bo tîmên rizgarkirinê û kelûpelên alîkarîyê zû bigihîjin herêma erdhêjê li firîngehên Mereş û Entabê firînê sîvîl hatin rawestandin.

Bi tenê firokên alîkarîyê dikarin wan firîngehan bi kar bînin.

Firîngeha Hatayê piştî pîsta wê jiber erdhejê zarar dît bi temamî hat girtin.

Walîyê Stenbolê Alî Yerlîkaya ragihand ku ji bajêr bi 7 firokan 1093 xebatkar ber bi herêmên erdhejê bi rê ketine.

Jêder: Ajansên Tirkîyê

XS
SM
MD
LG