Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

132 Rewşenbîrên Kurd Dijî Gotinên Taner Akçam Bertek Nîşan Didin


132 nivîskar û rewşenbîrên Kurd hember gotinên lêkolînvanê Tirk Taner Akçam bertek nîşan dan.

Akçam di hevpeyvîneke vê dawîyê de gotibû ku di dema Osmanîyan de Kurdan li ser jinên Ermenî destdirêjî kiriye û rêxistinên Taşnak û Hiçak jî jiber vê sedemê hatine damezirandin.

Nivîskar û rewşenbîrên Kurd bi daxuyanîyeke nivîskî bertekên xwe ji gotinên Akşam re nîşan dan.

“Prof. Dr. Taner Akçam di hevpeyvîna xwe ya 20ê Nîsanê ya Gazete Duvar de Kurdan reş dike û dibêje ‘Di sedsala 19’an de li heremê Kurdan axayên Kurd gava Ermenek direwî şeva yekê ji xwe re kiribû maf’. Em vê gotina Akçam şermezar dikin. Akçan bi zanabûn dîrokê beravajî dike û dixwaze sucê Osmanîyan têxe milê Kurdan.”

Di nava 132 kesên ku wê daxuyanîyê îmza kirine de civakzanê navdar Dr. Îsmaîl Beşîkçî, parlamanterê HDP’ê Îmam Taşçier, nivîskar Azad Saxniç, sîyasetvan Sitki Zîlan, nivîskar Îbrahîm Guçlu, nivîskar Şakir Epozdemîr û jimareke nivîskar û rewşenbîrên din jî hene.

Azad Saxnic
Azad Saxnic

Saxniç ji Dengê Amerîka re got ku Akçam dixwaze nirxê Kurdan ya di qada navnetewî de kêm bike.

“Di van salên dawî de Kurd li dinê wek nîrxek derdikevin pêş. Hem li Ewrupa hem jî li Amerîka êdî giringîdeyek didin Kurdan. Akçam bi van gotinên xwe dixwaze ku li van qada qedrê Kurdan daxîne xwarê. Loma jî bi van buxtanan ser Kurdan de tê.”

Saxniç dibêje ku ne li Kurdistanê û ne jî li cîyekî din tiştên ku Akçam îdia dike çênebûye.

“Şeva yekê tenê di fîlman de çêdibe, lê heta niha di warê zanistî de şeva yekê li ti derê nehatiye îsbat kirin. Akçam bi van gotinan dixwaze ku ecdadê xwe ji tevkujîya Ermenan dûr bixîne û Kurd û Ermenan bîne dijî hev.”

ED_29_04_2021_A_Saxniç_Akçam
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:43 0:00

XS
SM
MD
LG