Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hulusî Akar Dibêje di Erdhejan de 100 Leşkerên Wan Mirine


Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar îro Çarşemê got ku di erdhejên dawîyê de 100 leşkerên wan jîyanên xwe ji dest dane.

Akar da zanîn ku 66 leşkerên wan yên din jî birîndar in, lê piranîya wan ji nexweşxanê hatine derxistin.

Wî dîyar kir ku 2 serbazên wan hîn hinda ne û xebatên lêgerîna wan hîn didome.

XS
SM
MD
LG