Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye bo Karanîna Qada Esmanî ya Rûsya di Operasyona Dijî Bakurê Sûrîyê de Danûstandinan Dike


Hulusî Akar, Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê
Hulusî Akar, Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê

Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê Hulusî Akar îro Şemîyê dîyar kir ku Enqere bo Moskowê re danûstandinan dike, jibo karanîna esmanî ya Rûsya di operasyoneke pêkan ya dijî hêzên leşkerî yên Kurdên li bakurê Sûrîyê.

Akar îro ser mijarê ji rojnamevanan re axifî û got ku Enqere di derbarê operasyonê de, bi Moskow gotûbêjan dike, paytexta ku piştgiriya Serokê Sûrîyê Beşar Esad dike.

"Em bi Rûsya re li ser hemû mijaran, di nav de vekirina qada esmanî jî, di nava danûstandinan de ne," Akar got.

Tirkîyê demeke dirêjê bi firokên şer û topbaranan êrîş dibe ser herêmên bin kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û ew êrîş hîn jî didomin.

Pêla dawî ya operasyonên Tirkîyê di 20ê Mijdare de, piştî peqîna Stenbolê destpê ki, ku 6 kes di wê peqînê de hatibûn kuştin.

Tirkîye jiber êrîşa li Stenbolê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku pêşengîya HSD’ê dike, tawanbar dike, lê ew ew îdiaya Tirkîyê bi xurtî red dikin û dibêjin ku ti peywendîya wan bi wê êrîşê re tuneye.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di sere vê mehê de gotibû ku bo ewlehîya sînorên xwe yên başûr di demeke guncaw de wê dest bi operasyoneke bejayî jî bike.

Tirkiye hêzên YPG’ê û HSD'ê wek baskên PKK'ê yên li Sûrîyê dibîne, ku ji alîyê Tirkîye, Amerîka û Yekîtîya Ewrupa(YE) ve weke rêxistineke terorîst tê dîtin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku tevî Neteweyên Yekbûyî (NY), YE, NATO, Amerîka, Almanya û gelek welatên din ser operasyoneke bejayî ya Tirkîyê ya li Sûrîyê fîkar û nerazîbûnên xwe dîyar dikin û banga kêmkirina alozîyê dikin.

Piştgiriya Waşîngtonê ya ji YPGê re di şerê dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de, Enqere hêrs dike û di navbera hevalbendên NATO de bûye sedema pirsgirêkekî mezin.

XS
SM
MD
LG