Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hulusî Akar: Divê Sûrîye Êrîşên Ser Îdlibê Rawestîne


Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar îro Înê got ku divê hêzên hikûmeta Sûrî êrîşên li rojavayê bakurê Sûrîyê rawestîne.

“Em ji Rûsya hêvî dikin ku pêngavên pêdivî bavêje û rejîma Sûrî neçar bike ku êrîşên xwe yên li ser Îdlibê bisekînîne û bizivire sînorên ku li gor peymana Astana hatine dîyar kirin,” Akar got.

Artêşa Sûrî ya bi piştgirîya êrîşên esmanî yên Rûsî, vê heftê hember herêmên bin kotrola serhildayan li başûrê Îdlibê dest bi operasyoneke bejeyî kiribû.

XS
SM
MD
LG