Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hulusî Akar Dibêje Ewê jibo Ewlehîya Firîngehê Pirtir Hêz Neşînin Afganistanê


Wezîrê Berevanîya Tirkîyê Hulusi Akar
Wezîrê Berevanîya Tirkîyê Hulusi Akar

Wezîrê Berevanîya Tirkîyê Hulusi Akar îro Çarşemê dîyar kir ku piştî vekişîna Amerîka û NATO yê ji Afganistanê Tirkîyê wê jibo rêvebirin û ewlehîya firîngeha Kabulê pirtir leşker neşîne Afganistanê.

Tirkîyê piştî vekişîna NATO'yê pêşnîyar kiribû ku firîngeha Hamîd Karzayî biparêze û bi rê ve bibe.

Tirkîyê jibo vê yekê bi Amerîka re li ser piştgiriya lojîstîkî û darayî ya danûstandinan dikir.

Enqereyê got ku ew bêyî piştgirî nikare peywirê, pêk bîne.

Akar li parlamentoyê bi rojnamevanan re got ku li Afganistanê hebûna leşkerî ya Tirkîyê, di bin Peywira Piştgirîya Alîkarîya Biryarderîya ya NATO'yê de dixebite ku bo şeş salan firokexaneyê biparêze.

Akar da zanîn ku li ser hûrguliyên planê hîn jî nîqaş berdewam dikin.

"Jixwe em ji berê de li Afganistanê ne hebûna me li wir heye û jibo niha ne di rojevê de ye ku em bi ti awayî zedetir leşker bişînin wir," Akar got.

Akar herwiha got ku gotûbêj hîn jî didome û mijar wê roja Pêncşemê li Enqereyê bi şandeyeke Amerîkî re were gotûbêj kirin.

Şêwirmendê Ewlehîya Neteweyî ya Amerîka Jake Sullivan hefteya borî, ragihandibû ku Serok Joe Biden û Serok Tirkîyê Tayyîp Erdogan di hevdîtina li hilcivîna NATO'yê ya de li hev kiriye ku piştî vekişîna NATO'yê, Tirkîyê wê di ewlehîya firîngeha Kabulê de roleke pêşeng bilîze.

Berdevkê Talîbanê gotibû ku divê Tirkîyê jî li gor peymana 2020'an ya ser vekişîna hêzên Amerîkî, leşkerên xwe ji Afganistanê derxîne.

Lê Washington û Enqere dibêjin ku dê plansazîyên xwe bidomînin.

Ji alîyê din serokwezîrê Îtalya Mario Draghî îro Çarşemê hişyar kir ku divê Ewrupa piştî vekişandina hêzên Amerîka û NATO bo koçberên ji Afganîstanê re amade bibe.

"Pêşbînî heye ku vekişîna ji Afganistanê dê bibe sedema zêdebûna koçberîya ji wî welatî, lê em hemî dizanin ku ev hejmar wê mezin be," Draghî got.

Wî berîya hilcivîna 24-25 Hezîranê ya li Brukselê banga Yekîtîya Ewrupa kir ku xwe amade bike.

"Jiber vê yekê em hîn bêtir hewce ne ku di çareserkirina vê pirsgirêkê de hemî bi hev re bin," Draghî got.

XS
SM
MD
LG