Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Navê Bergumanê Peqîna New Yorkê Akayed Ullah E


Akayed Ullah

Bajarvanê New Yorkê Bill de Blasio peqîna îro ya li taxa Manhattan ya şenîbar wek hewila kiryareke terorîstî bi nav kir.

Rêvebirê polîsên New Yorkê, James O'Neill ragihand ku bergumanê peqînê Akayed Ullah yê 27 salî ye û ew ji Bangladeşê ye.

O'Neill da zanîn ku Ullah alaveke peqînkar ya bi teknolojîya nizim peçandibû bedena xwe û piştî ku wî xwest bombe bipeqîne, xwe birîndar kir û hîn beşên bedena wî şewitîn.

Rêvebirîya Agirkujîya New York piştrast kir ku di bûyerê de sê kes birîndar bûn, lê rewşa wan ne xeter e.

XS
SM
MD
LG