Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevbajarvanên Akdenîz yên DEM Partîyî Hatin Desteser Kirin


Hevbajarvanên Akdenîz yên Mersînê Hoşyar Sariyildiz û Nurîye Arslan, ku endamên Partîya Wekhevî û Demokrasî yên Gelan (DEM Partî) in, hatin desteser kirin.

Tevî hevbajarvanan 4 endamên din yên meclîsa bajarvanî ya Akdenîzê jî desteserkirî ne.

DEM Partî bi daxuyanîyekê ragihand ku ‘’lêpirsîna ku wek sedema desteserkirin û qayumê tê nîşan dan ya sala 2024’an e.’’

Bi awayekî fermî nehatiye ragihandin ku qayum dest danîye ser bajarvanîyê yan ne.

Serdozgerîya Komarî ya Mersînê tevî tîmên ewlekarîyê dijî wan kesan jiber sûcên wek ‘’propagandaya rêxistina terorî’’, ‘’endamtîya rêxistina terorî ya çekdar’’ dest bi lêpirsînê kiriye.

Tîmên Polîsan li Bajarvanîya Akdenîzê lêgerîn kirin û li dora şaredarîyê tedbîrên ewlekarîyê sitandin.

DEM Partî bi daxuyanîyeke nivîskî ser desteserkirinan bertek nîşan da.

‘’Emê li her derê dijî helwesta qayumkar bisekinin û berevanîya îradeya gelê xwe bikin.’’

Cîgirê Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Burhanettîn Bulut jî ji X’ê ser desteserkirinan bertek nîşan da.

Bulut got ku bi qayumê dest danîye ser Bajarvanîya Akdenîzê derb li îradeya gel û demokrasîyê ketiye.

Li Tirkîyê ji hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an vir ve li 9 bajarvanîyan qayum hatine erkdar kirin.

Jêder: Ajansa Welat, X, Gazete Duvar

XS
SM
MD
LG