Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Navxweyî jibo Bajarvanîya Akdenîz ya DEM Partî Qayum Erkdar Kir


Hevbajarvanên Akdenîz ya Mersînê Hoşyar Sariyildiz û Nurîye Arslan, ku endamên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) in, hatin girtin.

Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê ragihand ku jibo bajarvanîya Akdenîzê qayum hatiye erkdar kirin.

Qeymeqamê Akdenîzê Zeyît Şener wê jibo bajarvanîyê şûngirîyê bike.

Hevbajarvanên Akdenîzî bi ‘’endamtîya rêxistina terorî ya çekdar’’ û ‘’propagandaya rêxistina terorî’’ têne sûcdar kirin.

Tevî Sariyildiz û Arslan, endamên meclîsa şaredarîyê Ozgur Çaglar, Hîkmet Bakirhan û Neslîhan Oruç jî jiber ‘’endamtîya rêxistina terorî ya çekdar’’ hatin girtin.

Seroktîya DEM Partî ya Mersînê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand bi girtina hevbajarvan û endamên meclîsa şaredarîya hiqûq hatiye binpêr kirin û îradeya gel hatiye xesp kirin.

Ji hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an vir Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê bi qayuman dest danîye ser 9 bajarvanîyan ku xêncî yên DEM Partî û hin ji wan yên Partîya Gel ya Komarî (CHP) ne.

Jêder: Ajansa Welat, Gazete Duvar

XS
SM
MD
LG