Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamekî AKP'ê ji Berbijarîya Parlamanterîyê Vekişî


Berbijarê parlamenterîya Stenbolê yê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Necmî Kadioglu ji berbijarîyê vekişî.

Kadioglu ji Twitterê ragihand ku dijî wî dest bi reşkirin û derewan kirine.

Kadioglu dîyar kir ku hin derdor dixwazin zararê bidin partîya wî û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Tayyîp Erdogan.

Wî got ku ewê nehelê ku mafdarîya wî bikeve bin lingan û ji berbijarîyê vekişî.

5 salên berê jî, piştî hin îdiayên ser wî Necmî Kadioglu ji bajarvanîya Esenyurtê vekişîbû.

Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) dê di 19’ê Nîsanê de lîstên berbijarîyê ragihîne.

AKP’ê divê heta wê demê li şûna Kadioglu navekî nû bide YSK’ê.

Jêder: Twitter

XS
SM
MD
LG