Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AKP Dibêje Rewşa Awarte ya Herêma Erdhejê di 9'ê Gulanê de Dawî Dibe


Cîgirê Berpirsê Karên Hilbijartinê yên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Alî îhsan Yavuz got ku ewê di 9’ê Gulanê de dawî li Rewşa Awarte ya li herêma erdhejê bînin.

Yavuz dîyar kir wan jibo ku ti kêşe çênebe li herêma erdhejê Rewşa Awarte ragihandibû û bi rakirina wê ewê ti pirsgirêk çênebe.

"Piştî erdhejên 6’ê Sibatê nêzî 1 mîlyon hemwelatî ji herêmê koç kirine ku ji wan 650,000 kes hilbijêr in. Ji wan 650,000 hilbijêran dora 500,000 kes di sala 2019’an de li kîjan bajarî deng dabin dikarin jibo wir dengên xwe bidin.’’

Yavuz got ku herêma erdhejê vala nebûye û ger hewce be Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê (AFAD) wê afatzedeyên bibe cîhê dengdanê.

Hêjayî balkişandinê ye ku Tirkîyê jibo hilbijartina parlmanter û serokomar di 14’ê Gulanê de dihere ser sindoqan.

Jêder: AKP, Twitter

XS
SM
MD
LG