Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jêderên AKP'. Dibêjin jibo Berbijarîya Bajarvanîya Stenbolê Navê Murat Kurum li Pêş E


Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) wê berbijarê bajarvanîyê yê jibo Stenbolê roja Yekşemê ragihîne.

Jêderên AKP’ê dîyar dikin ku jibo bajarvanîyê navê Murat Kurum li pêş e.

Kurum ku berê ser bajarvanî û guherîna îqlimê wezîrî kiribû hîn jî parlamanterê AKP’ê yê Stenbolê ye.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan do Pêncşemê dîyar kir ku hemî berbijarên wan surprîz in û ewê nîşana xebatên wan bin.

Li gor jêderên AKP’ê, Erdogan li ser encamên anketan û kempayna hilbijartinê dixwaze ku Kurum bibe berbijar.

Erdogan wê roja Yekşemê xêncî berbijarê Stenbolê, berbijarên bi qasî 30 bajarên din jî eşkere bike.

Çaverê ye ku Erdogan berbijarê Enqere ya paytext jî 15’ê Çileyê li wir ragihîne.

Jibo berbijarîya Enqerê jî navê Bajarvanê Keçîorenê Turgut Altinok li pêş e.

Di hilbijartinên 2019'an de li Stenbol û Enqerê berbijarên Partîya Gel ya Komarî (CHP)'ê Ekrem Îmamoglu û Mansur Yavaş bi ser ketibûn.

Îmaoglu û Yavaş careke din li Stenbol û Enqerê berbijarên CHP'ê ne.

Jêder: X, Arti Gerçek

XS
SM
MD
LG