Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) biryar da ku Numan Kurtuluş wek berbijarê seroktîya parlamanê nîşan bidin.
Serokê Koma AKP’ê Abdullah Guler navê Kurtulmuş, ku parlamanterê Stenbolê yê wê partîyê ye, da Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan.
Parlamana Tirkîyê dê di 7’ê Hezîranê de hilbijartina seroktîya meclîsê pêk bîne.
Jibo berbijarê sibê Sêşemê heta 24:00 dem heye.
Li parlamana Tirkîyê 600 kursî hene û jibo seroktîya meclîsê di du dengdanên pêşî de 400 deng û di ya 3’yan de jî 301 deng hewce ne.
Eger di dengdana 3’yan de piranîya bi 301 dengan bi dest nekeve, du berbijarên di vê dengdanê de dengên herî zêde sitandine dê jibo dengdana 4’an bibin berbijar û yê serketî wê bibe serok.
Jêder: NTV