Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AKP: Kemal Kiliçdaroglu Dîktator E


Berdevk û Cîgirê Serokê AKP'ê Mahîr Unal
Berdevk û Cîgirê Serokê AKP'ê Mahîr Unal

Berdevk û Cîgirê Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) Mahîr Unal dîyar kir ku Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ‘’diktator’’ e û ‘’bo îradeya gel rêzê nagire’’

Kemal Kiliçdaroglu piştî encamên hilbijartina 24’ê Hezîranê eşkere bûbûn dabû zanîn ku ewê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan pîroz neke.

‘’Hin kes 8, 9 car di hilbijartinê de têk biçin jî mixabin têkçûna xwe bi rûreşîyê radigihînin’’ Unal got.

Unal bi bîr xist ku Erdogan di hilbijartina serokomarîyê de 52.6 ji sedê dengan sitandîye û ‘’pîroznekirina Kiliçdaroglu nîşan dide ku rêzgirtina wî bo îradeya gel tine.’’

Unal da zanîn ku Kiliçdaroglu 9 caran di hilbijartinan de têk çûye, lê dîsa jî dest ji serokîya CHP’ê bernade û bo kesên dijî wî derdikevin gefa dîsîplînê dixwe.

Berdevk û Cîgirê Serokê AKP’ê dîyar kir ku jiber ku Kiliçdaroglu tevî têkçûnan jî ji kursîyê danekeve ‘’tekane zilam e û dîktator e’’

XS
SM
MD
LG