Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Ew di Hilbijartinan de Hizra Hevalbendîya ligel MHP'ê Dike


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê got ku partîya wî Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) li bijareyên ser hevalbendîyên hilbijartinê dixebite.

Wî got ku AKP dixwaze di hilbijartinên bajarvanîyan ya dara 2019’an de hevalbendîyekê bi partîya Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) ya neteweperest re pêk bîne.

AKP’ê di hilbijartinên parlamanî û seroktîyê yên Hezîrana borî de jî ligel MHP’ê tifaq kiribû û Erdogan hîngê gotibû ku her du partî dixwazin dest bi danûstandin li ser hevalbendîyeke nû bikin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG