Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ser Daxwaza Pêdeçûnê ya AKP'ê li Heft Bajarokên Stenbolê Deng Jinûve Têne Hejmartin


Li ser daxwaza pêdeçûnê ya Partîya Dad û Peşveçûnê (AKP) li heft bajarokên Stenbolê hejmartina dengan jinûve destpê kir.

Ajansa Anadolu, ku ajansa fermî ya Tirkîyê ye, dîyar dike ku ferqa di navbera berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu û berbijarê AKP’ê Bînalî Yildirim daketîye 21 hezar û 460 dengan û Îmamoglu li pêş e.

Dema 99.95 ji sedê dengan hatibû hejmartina ferqa di navbera her du berbijaran de 25 hezar û 258 deng bûn.

Hêjayî bîrxistinê ye, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li Stenbolê ‘’bi awayekî stratejîk’’ piştgirîya Îmamoglu kiribû.

XS
SM
MD
LG