Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Akşener: Hevpeymanîya Netew û Partîya Zafer Dijî Koçberan Wek Hevdu Difikirin


Seroka Partîya Baş Meral Akşener îro Sêşemê got ku ew ne dijî gotinên Partîya Zafer yên ser koçberên Sûrî ne.

Akşener li Stenbolê ji rojnamevan re got ku hem partîya wan hem jî Hevpeymanîya Netew ser rewşa koçberan wek nêrîna Partîya Zaferê difikirin.

Wê dîyar kir ku berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag ser metna lihevkirinê danûstandinan didomînin.

Li ser pirsa ‘’Partîya Siberojê û Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) dijî nivîsê sekinîne yan ne’’Akşener dîyar kir ku haya wê ji wê rewşê tuneye û ew li qadê ye, xebatên hilbijartinê didomîne.

Partîya Zaferê, ku bi sekna xwe ya nîjadperest û gotinên dijî penaberên Sûrî û partîyên bi piştgirîya Kurdan tê zanîn, di Hevpeymanîya Ata de bû û di gera yekê de piştgirî dabû berbijarê wê hevpeymanîyê Sînan Ogan.

Ogan do Duşemê ragihand ku ewê di gera duyê de piştgirî bide berbijarê Hevpeymanîya Gel Recep Tayyîp Erdogan.

Çaverê ye Partîya Zaferê biryara xwe ya ser gera duyê ya hilbijartinan sibê Çarşemê eşkere bike.

Tirkîye dê jibo gera duyê ya hilbijartinan vê Yekşemê here ser sindoqan.

Di gera duyê de li hember desthilata Erdogan, Kiliçdaroglu heye.

Jêder: VOA, Twitter

XS
SM
MD
LG