Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aktar: Piştî Îro Peyvajoya Doza Dijî Demîrtaş Heta Piştî Hilbijartinan Dirêj Dibe


Doza Selahattîn Demîrtaş îro Duşemê li Sîlîvrî hat dîtin. Serdozger jiber gotara Demîrtaş ya Newroza 2013'an bi hiceta ku propagandaya rêxistina terorê kirîye, pênc salan cezayê hepsê dixwaze.

Wek ku tê zanîn navê Demîrtaş jibo berbujarîya serokomarîyê jî derbas dibe. HDP di 4’ê mehê de namzetê xwe yê serokomarîyê eşkere dike.

Gelo îhmal heye ku Demîrtaş were ceza kirin? Avuqatê Demîrtaş, Mehmet Emîn Aktar dibêje ku ji doza ku îro Duşemê hat dîtin, proses heta piştî hilbijartinê dirêj dibe.

"Wateya hilbjiratinê ew e ku gel dikaribe bi dengê xwe desthilatê biguhere, lê piştî hewila darbeya 15’ê Tîrmehê ev jî nema. Li gor demokrasî, derfeta ku Demîrtaş bibe namzed ji alîyê teorîyê heye, lê em bi fikar in ku ew were ceza kirin."

Aktar îdia kir ku tifaqa AKP-MHP û CHP-Iyi Partî li dijî Kurdan in û wî bang li Kurdan kir ku hember wan, dengê xwe bikin yek.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:16 0:00

XS
SM
MD
LG