Lînkên eksesibilîtî

Dadgeha Tirkîyê bo 8 Aktîvîstên Mafên Mirovan Biryara Berdanê Da


Dîrektora Amnesty International ya Tirkîyê

Dadgeha Tirkîyê, di ‘’Doza Buyukada’’ de biryar da ku 8 aktîvîstên mafên mirovan berde.

Di wê dozê de 11 kes dihat darizandin. Dadgehê bo Özlem û Veli Acu qedexeya derketina derve da û kontrola dadî ya bergumanên ne-girtî Nejat Taştan û Şeyhmus Özbekli rakir.

Dozger xwestibû ku xencê Veli Acu hemî berguman bi şertê kontrola dadî werin berdan.

Rûniştina din ya Doza Buyukada dê di 22’ê Mijdarê de pêk were.

Di îdianameyê de bo bergumanan jiber sûcên ‘’alîkarîya bo rêxistinên çekdarî yên terorê’’ û ‘’endambûna rêxistina çekdarî ya terorê’’ ji 10 heta 15 sal cezaya girtîgehê dihat xwestin.

Di nav girtîyan de Dîrektorê Amnesty Internationalê İdil Eser, hemwewlatîyê Almanya Peter Staudtner û yê Swedê Ai Gharavi jî hebû

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG