Lînkên eksesibilîtî

Dîroknas Akyureklî: Ez Dixwazim Nifşên Nû Ji Dîroka Tarî Haydar Bin


Mahmut Akyurekli bersîva Dengê Amerîka dide
Dîroknas Mahmut Akyurekli pirtûkek bi navê ‘Biryarên Dadgehên Şerq Îstiklalê’ çap kir ku tê de qala salên 1925 û 1927’an dike bi hezaran Kurd hîngê hatine darve kirin û zindan kirin.

Berhevkarê belge û arşîvên dîrokê Akyurekli, piştî danasîna pirtûka xwe ya derheqa serdema Serhildana Şêx Seîd, ji Dengê Amerîka re peyîvî.

Ew dibêje, deshilatdaran heta niha nexwestine belge û arşîvên derheqê dîroka Kurdan de derkevin holê da ku Kurd nikaribin hay ji rastîyên dîrokê hebin.

Nivîskar Akyurekli dide zanîn, bi van belgeyan eşkere dibe ku ku li wan salan bi rêya Dadgehên Şerq Îstiklalê li ser Kurdan komkujî pêk hatîye.

Akyurekli bi bîr tîne ku piştî belavkirina van belgeyan jî êdî kar dikeve ser milê hiqûqnas û sîyasetmedaran.

Ew bal dikşîne ser kêşeya tunebûna lêkolerên belgeyên dîrokî û wiha dibêje:

"Armanca min a sereke ew e ku ez dixwazim şerê netewedewleta Tirkîyê yê ji salên 1920’an heta sala 1938’an yê bi Kurdan re kirîye tevî belgeyan wekî pirtûk belav bikim.”

Akyureklî herî dawî dide xuya kirin ku ew bi salan li ser berhevkirina van belgeyan dixebite.

"Ez dixwazim dîroka tarî were ronî kirin da ku nifşên nû jî ji serpêhatî û aqûbeta bav û kalên xwe haydar bibin.”

XS
SM
MD
LG