Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zewahirî: Komela El Şebab ya Somalî Bû Beşekê El Qaydê


Ayman El Zewahirî
Ayman El Zewahirî

Rêberê El Qayde dibêje, komela çekdarîya El Şebab li Somalê bû beşekê tora teroristî ya El Qaydê.

Ajanseka çavdêrî ya înternetê radigihîne ku rêberê El Qaydê, Ayman El Zewahirî roja Pêncşemê di peyameka vîdyoyî de yekgirtina El Qayde û El Şebab'ê ragihand.

Li gor ajansa SITE Intelligence Group, El Zewahirî di peyama xwe de ragihand ku El Şebab bû beşekê tevgera cîhadî ya El Qayde, li dijî helmeta hevbeş ya “Zayonî û Selîbî."

El Şebab'ê ragihandibû ku wan xwe gihandîye El Qaydê û li meha şeş ya sala borî soz da ku piştgîrîya El Zewahirî bikin, piştî kuştina Osame Bin Ladin ji layê hêzeka taybet ya Amerîkî ve li Pakistanê.

XS
SM
MD
LG