Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Roja Alayê Kurdistanê


Bîranîna roja Alaya Kurdistanê hersal 17 meha12an tê pîrozkirin, dema cara yekê alaya niha heyî bi hind guherînên bişûk li sala 1945an li Komara Kurdistan li (Mahabad)ê hat hildan. Di wê roja pîroz de ala Kurdistanê li ser hemû cihên fermî yên bajarê Mahabadê, ku paytextê komara Kurdistanê bû hat dîtin.

Herweha dema desthilata kurdî li bakûrê Îraqê hate avakirin, piştî hilweşîna rejîma Sedam, rêvebiriya kurdan li sala 2009 ê, di parelemanê de, li gor yasayek taybet, ev ala weke alayek fermî yê hikûmeta herêma Kurdistanê(HRK) hat biryardan.

Lêkolîner Bedel Encu nerînên xwe yên li ser roja Alaya Kurdistanê jibo Dengê Amerîka parve kirin, Encu got; “Alaya Kurdistanê eva ku roj li ser heye, ew alaya Kurdan ya neteweyî ye, dîroka Alaya Kurdistanê gelek kur û dur e. çanda Kurda, dîroka Kurda di nav rengên Alaya Kurdistanê de ne, ji ber wê yêkê divê Kurd bizanin ka Alaya tê çi watê.”

Hun dikarin bi riya lînka jêrîn guh bidin vê hevpeyvînê:

Roja Ala Kurdistanê
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:46 0:00

XS
SM
MD
LG