Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doug Jones'ê Demokrat di Hilbijartinên Alabama de Serket


Doug Jones - Alabama
Doug Jones - Alabama

Di hilbijartinên taybet de, yên li Eyaleta Alabama ya li başûrê Amerîka, Doug Jones ji partiya Demokrat, serkeftin bidest ve anî, çavdêr bidestve anîn kursîya Alabama ji aliyê demokratan ve weke şkestinek mezin ya Komarîyan û hişyariyek mezin bo Serok Trump dinirxînin, jiber ku, wî piştevaniyek eşkere dida berbijêrê Komarîyan Roy Moore yê ku navê wî ligel destdirêjiyên seksî derketî.

Piştî helmetek bihêz di hilbijartinên taybet yên Alabama de, Doug Jones yê Demokrat şiya bi rêjeya 49.9 ji sedê ya dengan qezenc bike, li hember berbijêrê Komarîyan Roy Moore ku 48.4 ji sedê deng bidest xistin.

Bi serkeftina Jones hejmara endamên Encumena Nûneran ku 100 endam in, ya ku ji piraniya Komarîyan pêk dihat niha dê bibe 51-49 an piştî Doug Jones li meha Yek sûndê dixwe û dest bikar dibe di civata senatoran de.

Jones di Peyva serkeftinê de li şeva Sêşemê got"me nîşan da ku, ne bitenê li eyaleta Alabama belkî li hemû welat em ketin ser riya yekgirtinê".

Jones herwiha got, di Civata Nûneran de gelek kar li pêşiya me hene, welat rastî gelek pirsgirkan hatiye ji yên giring pirsa çavdêriya saxlemiyê, peydakirina derfetên kar û pirsên abûrî.

Ji aliyê xwe ve berbijêrê Komariyan Roy Moore serkeftina Doug Jones ne pejirand û got "Hêjî bidawî nebûye, ev dê demekê dirêj bikêşe".

Ji sala 1992an heta niha ando, piştî 25 salan Doug Jones dibe nûnerê yekê yê demokratan ku, li eyaleta Alabama serkeftinê bidest dixin.

XS
SM
MD
LG