Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alabama Îro Diçe Ser Sindoqan ku Senatorekî Nû Hilbijêre


Dengderên li eyaleta Alabama ya başûrê Amerîka, di hilbijartinên taybet de îro Sêşemê diçin ser sindoqan ku senatorekî nû hilbijêrin.

Senatorê berê yê Alabama, Jeff Sessions dest ji kar berdabû, piştî ku ew bûbû wezîrê dadê.

Hilbijartina li Alabama di bîragiştî ya Amerîka de cîhekî girîng girt jiber ku berbijarê Komarî Roy Moore ji alîyê çend jinan ve, bi destdirêjîya seksî ya dijî wan hate tawanbar kirin, lê Moore ew îdia red kirin.

"Ez wan jinan nas nakim. Qet peyqendîya min bi wan re nebûye. Min ti car destdirêjîya namusê keskeî nekirîye," Moore roja Yekşemê di hevpeyvînekê de got.

Hevrikê wî, Doug Jones yê Demokrat ku berê dozger bû, hewil dide ku li wê eyaleta bi piranî Komarî, piştî salên dûrûdirêj wek senator were hilbijartin.

Jones ji hilbijêran re dibêje ku nabe kesekî mîna Moore, ku îdîayên cidî li hember wî hene, ji karekî wiha girîng re were hilbijartin. "Pir zelal e ku ew jin rastî dibêjinm ne Roy Moore!"

Serokê Amerîka Donald Trump bi peyameke telefonê ya tomarkirî ji hilbijerên Alabamayî xwest ku dengê xwe bidin Moore.

Serokê berê Barack Obama jî bi heman awayî, bang li hilbijeran kir ku dengê xwe bidin kandîdê Demokrat Jones.

Hilbijartina bona kursîya Alabama ya li Civata Senatoran girîng e jiber ku Komarî bi 52 beramber 48 kursîyan piranî di destê xwe de digirin.

Serkeftineke Jones dikare ev ferq nizimtir bike û 51 beramber 49 dengan wê dijwartir be ku Trump bikaribe polîtîkayên xwe ji Kongresê bide derbaz kirin.

XS
SM
MD
LG