Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alan Ibrahîm: Derfet ji Muzîka Kurdî re Çênebûye ku Pêş Bikeve


Ji bajarê Efrînê di paxila Çîyayê Kurmênc de ta Almanya hunermend Alan Ibrahîm, xwenên xwe, hestên xwe û hezkirina xwe ji muzîkê re bi xwe re hilgirtiye û li ser kar û xebatên bêhempa dike.

Alan yê ku di sala 1989 an li ji dayik bûye, ji 15 saliya xwe xwe ve dest bi fêrbûna Gîtarê bû , ku destpêka wî ji bajarê Helebê bû li ser destê mamostayekî Kurdî bi navê Noşka bû.

Di ber xwendina zimanê Îngîlîzî li zanîngeha Helebê û berdewamiya xwendina muzîkê kir û bi taybetî ya klasîk.

Di destpêka şerê Sûriyê, xebatên xwe berdewam kir û êdî bo fêrbûna muzîkê berê xwe da paytexta Sûriyê Şamê.

Di sala 2015an de berê xwe da Almanya û nuha li Berlinê dijî, û li wir desrbasî xwendina akadimî bûye ya muzîka bilind û her wiha jî dest bi pirojên xwe yên taybet kirye, ku yek ji wan ya ser penaberan e.

Alan bi dilgermî xwe dide pêş wekû kesekî Kurd û dixwaze ku beşekî ji nasnameya xwe di muzîka xwe de derxîne ji ber vê yekî ew hewil dide ku xebatên mezintir bike li ser kok û bengeha muzîk û sitrana Kurdî û çawa ew dikare ji qalikê xwe derkeve û bibe muzîkeke cîhanî.

please wait

No media source currently available

0:00 0:35:04 0:00


XS
SM
MD
LG