Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê jiber Xeniqîna Alan Kurdî 2 Zilamên Sûrî Mehkum Dike


Yek ji kesên ceza xwariye Asem Alfrhad e
Yek ji kesên ceza xwariye Asem Alfrhad e

Ajansa AFP radigihîne ku Tirkîyê jber xeniqîna zarokekî penaber û malbata wî li nêzîkî peravên wê, cezayê çar salan zindanê li 2 Sûrîyan birî.

Medya dewleta Tirk îro Înê radigihîne ku Muwafaka Alabash û Asem Alfrhad jiber qaçaxcîtîya mirovan hatin hikum kirin û cezayê çar sal û du meh zindanê ji wan re hate dayîn.

Hêjayî bîrxistinê ye, di nav penaberên ku qeniqîn de zarokê Kurd yê 3 salî Alan Kurdi jî hebû ku bûbû sembola penaberan.

Piştî ku fotoya meytê Alan li perava Tirkîyê xistibû, xemgînîyeke mezin li seranser cîhanê çêbûbû û kêşeya penaberan anîbû pêş bîragiştî ya cîhanê.

XS
SM
MD
LG