Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka li Esmana Alaska Tiştekî Firînok Anî Xwarê


Balona Çînî ku hefteya borî hatibû xistin

Qesira Sipî îro Înê ragihand ku firokeke şerker ya Amerîkî li esmanê eyaleta Alaska li objeyeke firînok xist û ew anî xwarê, lê zelal nebû ku ew tişt çi bû û armanca wê çi bû.

Serok ferman da leşkerîya Amerîkî ku ew tiştê ku li esmên were gêr kirin. Ew tiştl firînok ji balona Çînî, ku hefteya borî hatibû xistin, gelek biçûktir bû û hema bi qasî otomobîleke biçûk bû û ji bilindahîya 40,000 feet difirîya " berdevkê Civata Ewlekarî ya Netewî John Kirby got.

Wî da zanîn ku bûyera anîna xwarê li Alaska, nêzî sînorê Kanada qewimî û tiştê firînok kete nav ava cemidî û loma jî bidestxistina wê pêkan e.

Kirby dîyar kir ku Serok Biden ferman da gêrkirina wî tiştê firînok jiber ku ew gefan Ii ser trafîka esmanî çêdikir.

"Em heta niha tiştekî nizanin ku xwedîyê wê kîjan kes, dewlet ya kompanî ye û heta niha em bi zelalî nizanin ku armanca wê çi bû."

XS
SM
MD
LG