Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê Komarî di Hilbijartina Civata Senatoran ya Alaska de Serketî Bû


Civata Senatoran ya Amerîka
Civata Senatoran ya Amerîka

Rexistina Edison Research îro Çarşemê pêşbînî kir ku Senatorê Komarî yê Amerîkî Dan Sullivan li eyaleta Alaska jinûve hilbijartin qezenc kirîye û bi wî encamê kontrola Civata Senatoran ewê bi du hilbijartinên li eyaleta Georgia yên di meha Rêbendanê de were dîyar kirin.

Sullivantê 55 salî, hevrikî xwe Al Gross yê serbixwe ku wek Demokrateke beşdarî hilbijartinê bû, têk bir.

Hinek pisporên sîyasî ev jibo Demokratan wek derfeteke ditîn da ku kursiyek Komarî bi dest bixin.

Rojeke piştî ku Senatorê Komarî Thom Tillis li eyaleta North Carolina jinûve hat hilbijartin, serkeftina Sullivan dİyar dike ku hêvîyên Demokratan jibo bidestxistina piranîya kursîyan û bo ku piştgirîyê bide rojeva Serokê hilbijartî yê Demokrat Joe Biden, de benda du hilbijartinên eyaleta Georgia yên di 5'ê Rêbendanê, bimînin.

Bi serfirazî ya Qesra Spî ya Biden, Demokrat hewce ne ku sê kurstîyên Civata Senatoran yên Komarî bigirin da ku 50 kurstîyên li Senatoyê bi dest bixin, da ku Cîgira Serokê Hilbijartî Kamala Harris bikaribe dengê bo qabûl kirina qanûnan bikar bîne.

Biden ji 270 delegeyên tevahîya 538 delegeyên Desteya Hilbijeran (Electoral College) derbaz kir ku bo têkbirina desthilatdarîya Serokê Komarî Donald Trump pêdivî ye.

Di hilbijartinên hefteya borî de Demokratan li eyaletên Arizona û Colorado kursîyên Komarîyan qezenc kirin bi dest xisti. Lê wan li eyaleta Alabama kursiyek winda kir, ferka qezenca xwe daxistin yek kursîyêke.

Di hilbijartina eyaleta Georgia de, Senatorên Komarî David Perdue û Kelly Loeffler, li hemberî hevrikên xwe yên Demokrat Jon Ossoff û Raphael Warnock rûbirû yê pêşbirkek dijwar in.

XS
SM
MD
LG