Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agahdariya Îraqê Dibêje wan Agahî li dor el-Bexdadî Dabûne Amerîka


Berpirsekî agahdariya Îraqê îro Yekşemê ji ajansa nûçeyan Reuters re got ku wan agahiyên durist li dor cihê serkirdeyê Daişê Ebû Bekir el-Bexdadî ji koalisyona bi serkirdayetiya Amerîka re dabîn kirin.

Berpirsê Îraqî got ajansa wan a agahdariyê cihê el-Bexdadî nas kir, piştî girtina mêr û jinekê ku gelekî nêzîkî wî bûn û wan agahiyên cihekî nehênî li beyabana rojavayê Îraqê dan ku hin belge tê de hatin dîtin.

Li aliyekî din, komandarekî mîlîtanên parêzgeha Idlibê ji Reuters re got ku wan termên sê jin û sê mêran li heman cihê ku hatî armanckirin dîtin.

Berpirsê agahdariya Îraqê got:

“Ev hevrêzî serkeftî bû û di di encamê de el-Bexdadî hate kuştin.”

Bawere ku el-Bexdadî di operasyona Am,erîkî de hatiye kuştin, li gor çavkaniyên Sûriyê, Îraq û Îranê.

XS
SM
MD
LG