Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Albanya Dibêje Ewê ji Tirkîyê Dronên Kamîkaze Bistîne

Serokwezîrê Albanya Edi Rama îro Pêncşemê ragihand ku wê Tirkîye hejmareke girîng ya dronên kamîkaze bide wan.

Rama dema serdana Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di preskonferansa hevbeş de got ku dîyarîya Enqere bi awayekî xurt nîşan dide ku ti kes nikare êrîşan bibe ser Albanya.

Dronên kamîkaze bi awayekî rast diçin û dema nêzî hedefê dibin bi lezeke zêde difirin û dipeqin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji berdevkekî hikûmetê hejmar û cureya dronan pirsî, lê wî berdevkî ti hûrgilî neda.

Rama got ku sitandina dronên kamîkaze nayê wê wateyê ku Albanya wê êrîşan bibe ser dewletekê.

Wek Albanya piranîya dewletên li rojavayê Balkanan piştî Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir dest bi nûkirina artêşên xwe kirin.

Hem Albanya û hem Tirkîye endamên NATO ne.

Hikûmeta Tîranê di demên borî de ji hikûmeta Tirk dronên keşfê û êrîşê yên Bayraktarê sitandibûn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG