Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Madeleine Albright Koça Dawî Kir


Wezîra Derve ya berê ya Amerîkî Madeleine Albright îro Çarşemê koça dawî kir.

Malbata Albright bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku di dema mirina Albright de malbat û hevalên wê li kelêka wê bûn.

"Me dayik, dapîr, xwişk, xaltîk û hevalek e evîndar hinda kir," daxuyanîyê bi berdewamî got.

Albright 84 salî bû û li gor ragihandina malbatê ew jiber nexweşîya pençeşêrê jîyana xwe ji dest da.

Bberdevikê Wezareta Derve Ned Price jî got ku bandora ku Albright li ser Wezareta Derve kiriye her roj tê hês kirin.

"Ew wekî wezîra yekê ya derve ya jin pêşeng bû û bi rastî derîyekî mezin yê xebatê vekir, " Price got.

Serokê wê demê Bill Clinton di 1993'an de Albright wek balyoza Amerîkî ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) erkdar kiribû û sê sal şûnda ew wek wezîra derve destnîşan kiribû.

Albright wek balyoz çar salan bi awayekî çalak xizmet kir, ser mijarên wek berfirehkirina NATO û mudaxeleya leşkerî ya li Kosova.

Serokê berê Barack Obama jî di sala 2012'an de, Xelata Azadîyê ya Seroktîyê, dabû Albright ku ew xelata herî bilind ya rûmetêa sivîl ya Amerîka ye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di dema wezîrtîya Albright de du rêberên Kurd Celal Talabanî û Mesûd Barzanî di 17'ê Îlona 1998'an de rêketinek îmza kiribû û dawî li neyartîya xwe anîbû.

Albright bi Talabanî û Barzanî re
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:15 0:00
XS
SM
MD
LG