Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aldar Xelîl: Gor Peymana Hewlêrê Tenê DBK Dikare Peymanan Îmza Bike


Encumena Niştimanî ya Kurd bi Koalîsyona Hêzên Şoreşê û Opozîsyona Sûrîyê re peymanek îmza kir, lê hem di nav encumenê de, hem jî ji alîyê PYD'ê de nerazîbûn bilind dibin.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de, endamê Rêvebirîya Tevgera Civata Demokratîk (TEV-DEM) û endamê esteya Bilind a Kurd (DBK) Aldar Xelîl, endamên Komîteya Peywendîyên Derve rexne dike ku bi serê xwe ew peyman îmza kirine.

Birêz Xelîl dibêje, li gor Peymana Hewlêrê divê hemî peymanên bi rikeberîya Sûrî ji hêla DBK bêne kirin, lê hin endamên encumenê bi serê xwe, beyî ku ji endamên din re jî bêjin, çûne Stenbolê û tiştekî wiha îmza kirine.

Aldar Xelîl herwiha dibêje, ew nahêlin ku kesek Desteya Bilind pûç bike û eger hin partî naxwazin di nav desteyê de cîh bigirin, divê bi eşkereyî bêjin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:09:20 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG