Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biro: Peymana ligel Opozîsyona Sûrî Destketineke Girîng e


Encumena Niştimanî ya Kurd û Koalîsyona Hêzên Şoreşê û Opozîsyona Sûrîyê peymanek îmza kirin.

Komîteya Peywendîyên Derve ku nav de Serokê El Part Dr. Abdulhekîm Beşar, Serokê Pêşverû Hemîdê Hecî Derwêş, Sekreterê Yekîtî Îbrahîm Biro jî hebûn, ew peyman ser navê Encumena Niştimanî ya Kurdî îmza kir.

Lê, hîn endamên encumanê nerazîbûna xwe dîyar dikin ku desthilata Komîteya Peywendîyên Derve tune ku perymaneke wiha îmza bike.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka, Sekreterê Partîya Yekîtîya Kurd Îbrahîm Biro agahîyan li ser vê peymanê dide û ew wek gaveke girîng nav dike.

Birêz Biro dide zanîn, tevî ku daxwaza wan bi giştî ne hatin pejirandin jî, ew peyman jibo Kurdan destketineke girîng e.

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:17 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG