Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aldar Xelîl: Bêyî Me Civînên Cenevrê û Soçî bi Ser Nakevin


Aldar Xelîl

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl, di hevpeyvîneke taybet de ji Dengê Amerîka re ragihand ku civînên li Cenevre, Soçî û Astana bêyî wan bi ser nakevin.

Civînên Cenevre-8 hefteya borî bi dawî bûbû û Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura dîyar kiribû bi bisernekatina danûstandinan ‘’fersendeke zêrîn’’ ji dest çûye.

Aldar Xelîl da zanîn ku sedema bisernekatina civînên Cenevrê ‘’amadekarîyên şaş û temsîlên kêm’’ e.

‘’Ne mimkun e tu bo welatekî çareserîyê bigerî û têde hêza sereke ya wî welatî ya xwedîyê projeyeke demokretîk têde ne amade be’’ Aldar Xelîl got.

Hevserokê TEV-DEM’ê da zanîn ku ew bi hemî pêkhateyan, rêxistinan û beşên civakê 30 ji sedê Sûrîyê birêve dibin û bêyî wan ti civînên bo çareserîya kêşeya Sûrîyê bi ser nakevin.

Aldar Xalîl dîyar kir ku bo civîna li Soçî bi Rûsya re dîyaloga wan heye û ewê li ser navê xweserîya demokratîk li civînê amade bin.

Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê Serokê Rûsya Vladimir Putin, Alexander Lavrentyev îro Înê li Astana da zanîn ku ew di gera heştan ya Astana de ser Kongreya Dîyaloga Neteweyî ya Sûrîyê dixebitin.

Karbidest Rûs dîyar kir ku ewê heta sê hefteyan lîsteya şandeyên dê beşdarî kongreye bibin eşkere bikin.

Tirkîye, PYD, TEV-DEM û YPG'ê wek baskên PKK'ê dibîne û ji Rûsya dixwaze ku hin komên din yên Kurdan beşdarî civînê bike.

XS
SM
MD
LG