Karbidestekî payabilind yê Kurdên Sûrî dibêje ku ew hazir in bi hikûmeta Şamê re dest bi danûstandina bikin û sibêroja heremên bin kontrola wan û mafên Kurdan gotûbêj bikin.
Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl îro Çarşemê ji AP re got ku nîqaşên navxweyî û yên bi hevalbendên wan re berdewam dikin ku şandekê bişînin Şamê.
“Em dixwazin şandeke me here Şamê ku bibîne hikûmeta Beşar Esad çiqas amade ye mafên Kurdan û otonomîya wan qebûl bike.”
Daxuyanîya Xelîl, rojeke piştî eşkerekrina nexşereyekê hevbeş ya Amerîkî û Tirkî ya derheqa Sûrîyê tê ku kêşeya li ser bajatê Minbicê çareser bike.