Di encama li hev qelibîna du trenan de, 24 kes li îro Înê li bajarê Îskenderîye ya Misirê hatine kuştin, 55 kesên din jî birîndar bûn.
Ajansa MENA ya dewleta Misirî ragihand ku bgûyer li nêzî îstasyona Xurşîd ya navbera Îskenderîye û Qahîrê qewimî.
Rojnameya al-Ahram jî ragihand ku 28 term giheştine nexweşxaneyên bajarê Îskenderîyê û dozgerê giştî Nabil Sadiq vekolînek destpê kiriye.
Wezareta Saxlemî ya Misirê jî da zanîn ku li gir agahîyên pêşîn 20 kes hatine kuştin, 84 kesên din jî birîndar bûn.
Dîmenên ku ji cîhê bûyerê hatine girtin, nîşan didan ku termên qurbanîyan li erdê belav bûne û bi dehan kes jî lo dora trenan civîbûn.