Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cezayîr Dê Balyozxaneya Xwe ya Kyivê ji Nû ve Veke


Alaya Cezayîrê
Alaya Cezayîrê

Hevalbenda Moskoyê Cezayîr biryar e balyozxaneya xwe ya li Kyivê ji nû ve veke, ku ji dema dagirkirina Rûsyayê ya salekê berê ve girtî ye, wezareta derve roja Yekşemê got.

Daxuyaniyeke wezaretê got, "ev biryar di çarçoveya parastina berjewendiyên dewleta Cezayîrê de tê," û anî ziman ku balyozxane dê di demek nêzîk de vebe lê bêyî ku hûrgulîyan bide.

Daxuyaniyê her wiha nîşan bi wê yekê da ku dê berpirsekî kar erka balyozxaneyê birêve bibe dema ku ew ji nû ve vebe.

Serokê Cezayîrê Abdulmajid Tebboune roja Înê di weşaneke televizyonê de vekirina plankirî ragihand, û pênasîn bi têkiliyên demdirêj ên Cezayîrê û Rûsyayê kir.

Cezayîr û Rûsyayê têkiliyên bazirganiyê yên mezin hene ku di sala 2021an de danûstandinên bazirganî di navbera her du welatan de gihîştin 3 mîlyar dolar.

Têkiliyên wan ên leşkerî jî hene û endamên OPEC+ in, koma berhemhênerên petrolê yên bi pêşengiya Rûsyayê, û her weha endamên Foruma Welatên Hinardekarên Gazê ne.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG