Wezareta Navxweyî ya Cezayîrê ragihand ku di şewatên daristanan de bi kêmî ve 15 kes canên xwe ji dest dane.
Wezareta Navxweyî dîyar kir ku li bajaran 97 şewatên daristanan çêbûne û bi hezaran kes ji warên xwe hatine dûr xistin.
Karbidestên Cezayîrê dibêjin ku bo vemirandina daristanan 7500 agirkuj xebatên xwe didomînin.
Pêla germahîyê bi taybetî li bakurê Cezayîrê bandor kiriye ku derece li wir heta 48’an jî rabûye.
Sazîya Meteorolojî ya Cezayîrê dide zanîn ku germahîya li bakurê welêt dê heta dawîya mehê bidome.