Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hunermend Alî Alo: Şerê Sûrî Ez Pûç Kirim û Xewnên Min Kuşt


Hunermend Alî Alo ji Efrînê ye, lê jiber karê bavê wî, ew di sala 1968'an li bajarê Şamê ya paytaxta Sûrîye, ji dayik bû.

Bavê Alî di şerê Tişrînê de yê di nav Îsraîl û Sûrîye de, di sala 1973'an de hate kuştin û ew bi sêwîtî xwedî bû. Ta 14 salîya xwe, Alî li Şamî dijîya û dû re, ew hat Helebê û dest bi jîyana xwe li wir kir.

Alo ji Deng û Reng re got ku ger huner hestê mirovan şîrove neke, ew nabe huner, jiber wê ez gelekî bi çîrok û hestên mirovan ve girêdayî me û ew di hunera min de dîyar dibe.

Alo Di sala 1995'an de, pêşangeha xwe ya yekê li Galerîya Xançî li Helebê vekir. Di sala 1998'an de li Galerîya Qewaf pêşangeh vekir.

Lê pêşangeha Alo ya herî girîng, di sala 2000'an de li Navenda Çand û Hunera Fransî li Şamê pêk hat. Ev pêşangeh Alo bi hunermendên Sûrî da nasîn û cîhekî taybet da hunera wî.

Alo di sala 2005'an de, pêşangeha xwe li herêma Kurdistana Îraqê vekir û niha tevî malbata xwe li Stenbolê, bi hesreta welatê xwe û bi dawîkirina şerê Sûrîyê dijî.

Berhemên Alo ji şêwaza derbirînîya rengûreng e, ku bandora çend hunermendên Sûrî yên mîna Lûey Keyalî û Malva li ser karê wî çêbûne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:14:11 0:00

XS
SM
MD
LG