Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq: Ofîsa Sistanî Banga Beşdarbûna di Hilbijartinan de Dike


Ayatullah Alî Sîstanî, Lêvegerî Olî yê Şîayên li Îraqê
Ayatullah Alî Sîstanî, Lêvegerî Olî yê Şîayên li Îraqê

Malpera bi navê Ofîsa Lêvegerî Olî yê Bilind li Îraqê Aytullah Alî Sîstanî Sîstanî, îro Çarşemê ragihand ku, dema dîroka hilbijartinan li Îraqê nêzîk dibe tê pirsîn kanê helwesta Lêvegerê olî yê di asta bilind de li Îraqê Aytullah Alî Sistanî derbarê hilbijartinê çiye?

Ofîsê axuytanî îro Çarşemê weşand û dibêje, Sîstanê piştevaniya beşdarbûneke jîrane di hilbijartinên dahatî dike, eger ku çi ji kêmasîyan bê par nebe jî, lê ew baştirîn rêke ku welat ji metirsiya kaosê û girtina siyasî bê dûrxistin.

Daxwaz ji dengderên rêzdar tê kirin ku waneyekî ji serborên borî bihê wergirtin û bi jîrî buhayê deng û rolê xwe yê giring bo nexşandina paşeroja welatê xwe bizanin.

Weke daxuyanî dibêje "Hewil bidin vê derfeta giring bikar bînin ji bo guherînên rastîn di rêveberiya welat de û destên gendel di ast de ji ciyên sereke bihên dûrxistin", pirsa giring ew bi şêweke jîrane beşdariyek çalak di dengdanê de bikin, ya herî baş hilbijêrin, pêçewaneyî wê dê weke berê parlemenk û encûmen û hikûmetên kêr nehatî pey bibin, paşî wî çaxî poşman feyde nade.

Di daxuyaniyê de hatiye ku Lêvegerê Olî weke hilbijartinên berê tekez dike ku bi çi awayî ew piştîgîriyê nade berbijêr yan lîstekê di hilbijartinan de, her tişt ji bo qayîlbûn û heza dengderî dimîne.

Daxuyanî tekez li ser wê dike, ku kesên destpak û kêrhatî bihên hilnijartin û serweriya Îraqê, ewlekarî û pêşketina wê giring bihê dîtin.

Daxuyanî hişyarî dide ku kesên gendel û baweriya wan bi nirxên Îraqê û gelê wêû destûra Îraqê nebin, neyên hilbijartin da ku paşeroja welat nexin di metirsiyê de.

Li dawiyê daxuyaniya osî Ayatullah Sîstanê daxwaz ji amdekar û berpirsên hilbijartinan dike ku ji bandora nebaş ya malî û çekan û karên neyasayî dûr ragirin û dengên dengderan bihên parastin, jiber ku ew emaneteke di stoyê wan de.

Ji hejî bîrxistinê ye ku li Îraqê hatiye biryar dan ku 10ê meha Oktobera pêşiya me, hilbijartin li sernaserî Îraqê bihên encam dan, ji bo destnîşan kirina endamên parlemenê.

XS
SM
MD
LG