Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Parvekirinên Derbarê Efrînê, Dijî Parlamenterê HDP'ê Onlu Lêpirsîn Hat Vekirin


Serdozgerîya Komarî ya Enqerê, dijî parlamentere Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Dêrsimê Alîcan Onlu, jiber parvekirinên wî yên derbarê Efrînê yên li ser medya civakî lêpirsîn da vekirin.

Onlu jiber beyan û wêneyên ku li ser sosyal medya belav kiriye bi ‘’biçûkxistina dewlet, meclis û komara Tirkîyê’’ tê tawanbar kirin.

Onlu wêneyê zarokekî birîndar ya li ser hashtaga ‘’BabyKillerTurkye_Russia’’ hatibû nivîsîn, bi hin hevokên bi Îngilizî belav kiribû.

Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê ragihand ku 24 kesên ji ser sosyal medya ''propagandaya terorê'' kirine hatine desteser kirin.

XS
SM
MD
LG