Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku wezîrên darayî yên welatên G7 li hev kirine ku ew bo Ukrayna alîkarîyeke pirtir ji 24 mîlyar dolarî bikin.
Reutersê dîyar kir ku wan wezîran gotiye ger hewce be ew bo alîkarîyeke pirtir jî hazir in.
Wezîran bi daxuyanîyeke gotin jiber ku Rûsya vê hefteyê beşdarî civînên navneteweyî yên wek G20, Banka Cîhanî bûye ew poşman bûne.
Wan wezîran bang li sazîyên navneteweyî û forumên piralî kirin ku êdî wek berê bi Rûsya re tevnegerin.
Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir û Moskow ji wê çaxê vir ve bi toleyên berfireh yên welatên Rojava re rûbirû maye.