Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Amerîkî: Lêpirsîna li Dij Gomanbarê Êrîşa Colorado Dom Dike


Desthiladariya Federal û ya navxweyî li eyaleta Colorado dan diyar kirin ku ew nuha lêpirsînê derheqa rabûriyê zilamê gomanbar yê êrîşek vê hefteyê li firoşgayekê li Boulder pêkanîbû û 10 kes kuştbûn.

Roja Duşemê Ahmad Al Aliwi Alissa li firoşgeha King Soopers hatiye girtin ku 25 kîlometran dûrî mala wî ya li bajarê Arvada ye.

Di lêpirsîna polîsan de hatiye eşkere kirin ku efseran dest danîye ser çend tiştan ku ku gomanbarî li cihê bûyerê xwestiyê şopê berze bike, ji wan tiştan êlekê kesk yê tektîkî û tivengek û debanceke nîv otomatîk, herwiha du pantol û kiras hatine dîtin. Belgeya polîsan dide zanîn ku "gelek xûn li ser wan tiştan hebûye".

Piştî girtinê, efserên polîs Alissa veguhastiye nexweşxanê bo çareseriyê ku ji lingî birîndar bibû.

Lêpirsîna şahidkî ya nivêsî dide zanîn ku lêkoleran datayên bicih anîna qanûnê bikar anîne da ku zelal bibe ku Alissa şeş rojan berî êrîşa çekdar fîşekên AR-556 kirîbûn.

Di heman demê de belge li gorî axaftina ku lêkolîner bi xwişka Alissa re kirine, piştî ku êrîş pêkhatî kirbûn, wê yekê belge dike û heman tişt vedibêje. Wê ji lêkoler re gotiye, ku rojên berî êrîşê, Alissa bi çekê ku weke "mitralyozek" xuya dikir dilîzt.


Associated Press li gorî lêkolerekê ku beşdarî di lêpirsînê de kirîye dide zanîn ku li ser vê rewşê bi kurtî, malbata Alissa ji lêpirsîneran re gotiye ku ew bawer dikin wî derdê nexweşiyên derûnî dikişand û xeyal ji wî re çêdibûn.

Birayê Alissa ji tora nûçeyan ya CNN re gotiye, her ku diçû ew paranoîd dibû, rewşeke weha her ji sala 2014an li wî diyar dikir.

Malbata Alissa ji Sûriyê hat Amerîka, û rayedaran roja Sêşemê gotin ku wî piraniya jiyana xwe li Amerîka derbaz kirîye.

Lêkoler David Snelling ku ji Rêvebiriya Polîsên bajarê Arvada ye, wî gotiye di çend salên borî de, efserên polîs"hin têkiliyên kêm bi gomanbar re hebûn".

Wî sala 2017an li dibistana amadeyî ya Arvada pirsgirêkek hebû dema ku li hevalekê xwe yê dibistanê xistî û ew li dadgehê bi êrîşa ser wî hevalî hat tawanbar kirin.

Tê çaverê kirin ku sibê roja Pêncşemê Alissa li dadgehê amade bibe.

XS
SM
MD
LG