Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşekê de li Gaza 2 Rojnamevanên Al Jazeera Hatin Kuştin


Avahiyê Al Jazeera li Doha
Avahiyê Al Jazeera li Doha

Nûçegihanê Kenala El-Jazeera TV, Ismail al-Ghoul û tevî kameramanê wê Ramî al-Refee, roja Çarşemê di encama êrîşeke Îsraîlê de ku li kampa Şati'î li rojavayê bajarê Gaza encam da, hatin kuştin, ev yek ji aliyê Peyamnêrê Kenala Amerîkî Al Hurra ve jî hat ragihandin.

Kanala Qeterî Al Jazeera dibêje serbanê avahiyekê ku li kêleka xaniyekî wêrankirî li kampa Şati'î ku xwediyê xanî Îsmaîl Heniye bû, serokê berê yê buroya siyasî ya Hamasê, ku Amerîka wê weke rêxistineke terorîst binav dike, armanc girt.

Kanal diyar dike ku cenazeyên rojnamegeran rakirin Nexweşxaneya Al Maamadanî.

Li gorî rapora lêkolîna berfireh ya bi navê "Projeya Gazayê" ji destpêka şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, zêdetirî 100 rojnamevan hatine kuştin ku piraniya wan Filistînî ne, ku ev pevçûn dibe yek ji nakokiyên herî bi xwîn ji bo rojnamegeriyê.

Ji aliyê xwe ve, artêşa Israîlî "Sûcdarkirinên bê bingeh yên ku îsraîl rojnamevanan armanc dike" red kir.

Artêşa Îsraîlî piştrast kir ku "piraniya bûyerên ku hatine behskirin ku (rojnamevan hatine kuştin) çalakvanên ku di dema çalakiyên leşkerî de hatine kuştin, lê wek rojnamevan hatine tomarkirin."

The Times Of Israel radigihîne ku heta niha Artêşa Îsraîlê derbarê êrîşê yan kuştina wan rojnamevanan ti daxuyanî nedan e.

XS
SM
MD
LG