Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Hişyarî Dide ku Parêzkarên Erdogan Beşdarî Hilcivîna G20 Nebin


Congressional Hearing on Erdogan Violence
Congressional Hearing on Erdogan Violence

Berdevkê wezareta derve yê Almanya Martin Schaefer dibêje, ew ne li bendê ne ku parêzkarên Tirk ku meha borî li Washingtonê êrîş biribûn ser xwepêşanderan, ligel Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan werin Almanya.

"Ez bawer dikim ku ew kesên ku ji alîyê sîstema dawerîya Amerîkî ve têne darizandin, hilcivîna G20 jî nav de, wê di demeke nêzîk de lingê xwe nevêjin axa Almanya”.

Schaefer got ku rêberên ku jibo hilcivîna G20 tên Almanya, dikarin parêzkarên xwe bînin, lê dive ew rêz li qanûnên Almanya bigirin.

Medya Almanî ragihandibû ku karmendên ewlekarî ku tev li êrîşa Washingtonê bûne nav de, 50 kes ligel Erdogan têne Almanya.

Karbidestên Almanî jî wek bersîvdana ji Tirkîyê xwestibû ku ew parêzkarên ku di êrîşa Washingtonê de cîh girtine, neyîne Almanya.

XS
SM
MD
LG