Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Almanya Maas Gotinên Erdogan yên Dijî Macron bi Tundî Rexne Dike


Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas îro Duşemê êrîşa serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ya dijî serokê Fransî Emmanuel Macron bi tundî rexne kir û ew wek wek nizimbûneke nedîtî bi nav kir.

Erdogan roja Şemîyê di axaftinekê de Macro bi tundî rexne kiribû û gotibû ku problema wî bi Misilmanan re heye û herwiha pirsgirêkên wî yên derûnî jî hene.

Fransa gotinên Erdogan şermezar kir û ragihand ku şîroveyên wî bi ti awayî nayên qebûl kirin.

Parîsê bang li Erdogan kir ku sîyaseta xwe ya xeter biguherîne û herwiha balyozê xwe yê li Enqere bo şêwiran vekişandibû.

Berpirsê sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell jî roja Yekşemê bang li Tirkîyê kiribû ku da vê pêla xeter ya pevçûnê rawestîne.

Dû re, Serokwezîrê Yunanîstanê Kyriakos Mitsotakis jî bi daxuyanîyekê şîroveyên Erdogan şermezar kiribû û dijberîya xwe ragihandibû.

Mitsotakis herwiha gotibû ku Erdogan bi wan gotinan nefreta olî gûr dike û rê li ber jîyaneke aştîyane ya hevpar digire.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG