Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya û Brîtanya Hevbîr Dibin ku Hezaran Penaberên Nû Wergirin


Fransa û Brîtanya îro Duşemê qayil dibin ku penaberên nû ji Rojhilata Navîn qebûl bikin, lê hejmara ew hevbîr bûne, ji girseyên ku diçin Almanya gelek kêmtir e.

Serokê Fransa Francois Hollande got, di nav du salên were de, welatê wî 24,000 penaberên nû wergire.

Serokwezîrê Brîtanya David Cameron jî got ku penaberên Sûrî yên ji kampên Tirkîyê, Urdun û Sûrîyê, di nav pênc salên tê de li Brîtanya bêne cîh kirin. Wî got ku ewê pêşî destûr bidin ku zarokên pêdivî, sêwî û etîm werin Brîtanya.

Almanya berî demeke kin ragihandibû ku ewê 800,000 penaberên nû wergire. Loma jî bi hezaran penaber herikîbûn Macaristanê ku xwe bigehînin wî welatî.

XS
SM
MD
LG