Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenterên Alman: Tirkîye bi Operasyona Efrînê Hiqûqa Navneteweyî Binpê Dike


Parlaementoya Almanya ser operasyona Tirkîyê ya dijî Efrînê kom bû. Hemî partîyan dîyar kir ku Tirkîye bi êrîşên bi ser Efrînê de hiqûqa navneteweyî binpê dike.

Parlamenterên opozîsyonê, Enqere şermezar kirin û jiber nenîşandana bertekên tund hikûmeta Almanya rexne kirin.

Hevserokê Partîya Çep Katja Kipping di axaftina xwe de êrîşên Artêşa Tirk yên bi ser Efrînê de şermezar kir û bang li hikûmeta Almanya kir ku bi daxuyanîyekê Enqerê rexne bike.

‘’Artêşa Tirk sîvîlan dikuje lê Angela Merkel ya Serokwezîr xwe ker dike’’ Kipping got.

Kipping da zanîn ku hikûmeta Almanya divê bêdeng nemine û hemî hevkarîyên leşkeri yên bi Tirkîyê re rawestîne.

Hin parlamenterên Partîya Çep bo piştgirîya Kurdan, li stûyê xwe pûşîyên kesk û sor û zer gerandin.

XS
SM
MD
LG