Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Alman û Hevserokên HDP'ê Ser Rewişa Demîrtaş Axifîne


Wezîrê Karên Ewrupa yê Almanya Michel Roth ji Twitterê ragihand ku bi hevserokên Partîya Demokratîka ya Gelan (HDP) Mîthat Sancar û Pervîn Buldan re bi rêka vîdeokonferansê peyivîye.

Roth da zanîn ku wî bi Sancar û Buldan re hevdîtineke baş çêkiriye.

‘’Azadîya beyanê û mafên mirovan ne bi tenê baş in, herwiha bingehên demokrasî û rêzikên hiqûqê ne. Bo Tirkîyê jî wisa ye.’’ Roth nivîsî.

Wî ser naveroka hevdîtina bi Sancar û Buldan re wekî din ti agahî neda.

HDP’ê jî bi daxuyanîyekê ragihand ku hevserokên partîyê bi Roth re ser fişarên desthilatê yên dijî rikeberîyê peyvîne.

Li gor daxuyanîya HDP’ê, Sancar û Buldan bal kişandine ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (EHRC) ya ser berdana hevserokê berê partîyê Selahattîn Demîrtaş.

Demîrtaş ji Mijdara 2016’an vir ve girtî ye û EHRC di rojên borî de bang li Tirkîyê kiribû ku wê berde.

Komîteya Wezîrên Ewrupa dê di civîneke sê rojî de , ku roja Sêşemê destpê kir, ser biryara EHRC û helwesta Tirkîyê jî danûstandinê bike.

Hêjayî balkişandinê ye, seroktîya demkî ya Komîteya Wezîran Ewrupa niha Almanya dike.

XS
SM
MD
LG