Lînkên eksesibilîtî

Hêzên Îraqî li Mûsilê Çar Jinên Alman Girtine


Reuters'ê ji zarê jêderên Wezareta Derve ya Îraqê ragihand ku di nav jinên ku hefteya borî li Mûsilê hatibûn girtin de, çar hemwelatîyên Almanya hene.

Wezaretê pêr Duşemê dîyar kiribû ku di nav du jinên Alman yên ku hatine girtin de, keçeke 16 salî ya bi navê Lînda Wenzel, ku par ji mala xwe ya li Saxony reviyabû, heye.

Jêderên wezaretê, do Sêşemê da zanîn ku rêvebirên balyozxaneyê yên ku serdana girtîyan kirine, piştrast kirine ku du jinên din hemwelatîyên Almanya ne.

Dozgerên Alman dîyar dikin ku ser wan bi tawana endamtîya rêxistina terorî, dest bi vekolînê kirine.

Çar jinên ku di 13 û 14'ê Tîrmehê de li Mûsilê hatibûn girtin, niha li Bexdayê ne.

Hêzên Îraqî, dema Mûsil bi temamî ji destê DAIŞ'ê sitand, komeke jinan ya ku li dora 20 kes bû, girt.

XS
SM
MD
LG